Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Lubnanê peywendiyên dualî gotûbêj kirin

2026-02-13T13:47:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Di çarçoveya bernameya xwe ya li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, nîvroya îro înê 13/02/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Newaf Selam, Serokwezîrê Lubnanê civiya.

Di civînê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Lubnanê re û dawî pêşhatên rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser xurtkirina hevkariya hevbeş di warên cuda de kirin, bi taybetî di wan waran de ku xizmetê ji berjewendiyên herdu aliyan re dikin.

Di mijareke din a hevdîtinê de, girîngiya parastina aramî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn hate gotûbêjkirin, herwiha li ser encamên alozîyan li ser rewşa mirovî û aborî ya navçeyê danûstandina bîr û ramanan kirin.