Êvara îro în 13/02/2026, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî, Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê civiya.
Di civînê de pêşhatên siyasî û ewlehî yên dawî yên navçeyê û encamên alozîyan hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser giringiya parastina aramî û ewlehiya li Rojhilata Navîn kirin û li ser pêwîstiya hewldanên navdewletî ji bo rêgirtina li pêşketina alozîyan de hevfikir bûn.
Her di hevdîtinê de, di derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê de danûstandina bîr û ramanan kirin û hevkariya hevbeş ji bo rûbirûbûna astengiyên ewlehî û dabînkirina aştiya li navçeyê de, wekî pêwîst û giring zanîn.