Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê tekezê li aştiyê dikin

2026-04-18T08:42:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Şemî 18/04/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe yên Foruma Dîplomasiya Antalyayê de, bi birêz Yaşar Güler, wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê re civiya.

Di civînê de, pêşhatên herî dawî yên rewşa navçeyê bi giştî û bandor û encamên wê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekezî li giringiya berdewamiya agirbestê û pêkanîna aştiyê û parastina aramî û tenahiyê li Rojhilata Navîn kirin.

Birêz wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê helwesta Herêma Kurdistanê bilind nirxand ku nebûye beşek ji şer û aloziyên navçeyê, her wiha tekez li hevkariya piralî ji bo parastina aramî û tenahiyê kir. Her di vê derbarê de pesna rola birêz serokê Herêma Kurdistanê da.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî dîsa diyar kir ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê bibe faktora aramî û tenahiyê û dixwaze peywendiyên xwe bi welatên cîran re li ser bingeha berjewendiyên hevbeş, zêdetir pêşve bibe.

Peywendiyên Tirkiyeyê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re û harîkariya hevbeş ya navbera wan, aliyekî din ê civînê bû.