Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Civiyan

2026-02-14T15:01:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe de, li Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîhê, piştî nîvroya îro Şemî 14/02/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Amerîkayê civiya.

Di civînê de têkiliyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û asoyên hevkariya hevbeş hatin gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî spasî û rûmeta piştevaniya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir.

Li aliyê xwe ve, birêz Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez li ser pabendbûna welatê xwe ya ji bo piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê û parastina aramî û ewlehiya li herêmê kir, herwiha pesnê rol û pêgeha Herêma Kurdistanê wekî hevparekî sereke û faktoreke ewlehiyê da.

Rewşa Sûriyeyê û mafên Kurdan li wî welatî, ligel pêşhatên dawî yên herêmê, mijareke din a civînê bû. Tê de herdu aliyan tekez li ser parastina mafên Kurdan û pêkhatên li Sûriyeyeke yekgirtî de kirin.