Piştî nîvroya îro Şemî 14.02.2026 her di çarçoveya bernameya xwe de li Konferansa Asayîşê ya Mûnîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Esed El-Şeybanî, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê civiya.
Di civînê de, peywendiyên Sûriyeyê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî ya rewşa Sûriyeyê û bandorên wê li ser aramî û ewlehiya herêmê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser girîngiya çareserkirina qeyranên Sûriyeyê û parastina mafên hemû pêkhatan kirin.
Her di civînê de, rewşa mirovî ya koçberan û pêşxistina diyaloga neteweyî ji bo paşerojeke ewle ji bo welat hat gotûbêjkirin. Birêz Wezîrê Derve yê Sûriyeyê pesnê rola serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo rêkeftina Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û alîkariya koçberan û hewlên wan yên ji bo parastina ewlehiya li herêmê de da.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî, hêviya serkeftin û aramî û ewlehiyê ji bo Sûriyeyê xwest, herwiha tekez li ser girîngiya parastina mafên Kurdan di destûra paşerojê ya Sûriyeya yekgirtî de kir.