2026-03-03T14:14:00.000000Z
Îro êvarê sêşemê 03.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke têlefoniyê ji birêz Hakan Fîdan, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, wergirt.
Di peywendiyê de, pêşhatên dawî yên rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser girîngiya hemahengî û karê hevbeş ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê kirin.
Peywendiyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û çend mijarên din ên girîng ji bo herdu aliyan, mijareke din a vê peywendiya têlefoniyê bû.