Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê tekez li ser hevkariya hevbeş kirin

2026-11-12T07:09:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Şeva borî Çarşem 11/11/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li çarçoveya karên Lûtkeya Avûhewayê li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê, di hevdîtinekê de ligel birêz Hakan Fîdan, Wezîrê Derve yê Komara Tirkiyeyê, têkiliyên Tirkiyeyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Herdu aliyan tekez li ser pêşxistina hevkarî û diyalogê di warên cuda de kirin, herwiha berdewamiya hevrêziyê ji bo bihêzkirina aştî, ewlehî û aramiyê li herêmê bi pêwîst zanîn.

Di hevdîtinê de li ser çend mijarên din ên girîng û hevbeş de danustandina bîr û ramanan kirin.