Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Urdunê civiyan

2026-04-17T12:00:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Piştînîvroya îro Înê 17/04/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya bernameya xwe ya Foruma Dîplomasiya Antalyayê de, bi birêz Eymen El-Sefedî, cîgirê serokwezîr û wezîrê derve yê Şahnişîna Urduna Haşimî re civiya.

Di civînê de, peywendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Şahnişîna Urdunê re û pêşxistina zêdetir a harîkariy navbera herdu aliyan hate gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam a Urdunê ji Iraq û Herêma Kurdistanê re anî ziman.

Pêşhatên herî dawî yên rewşa navçeyê û encamên şer û alozîyan, aliyekî din ê civînê bû. Herdu alî hevnerîn bûn li ser pêwîstiya xebata hevbeş û harîkariyê ji bo parastina aştî û tenahiyê û rêgirtinê li ber firehbûna alozîyan li navçeyê.