Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Almanyayê bo Karûbarên Derve Civiyan

2026-02-25T10:42:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Nîvroya îro Çarşemê 25/02/2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Dr. Gesa Andreas von Geyr, Wezîrê Dewletê yê Almanyayê bo Karûbarên Derve û şandeke pê re kir.

Di civînê de, pêşxistina peywendiyên Almanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr – Bexdayê û rewşa herêmê, hatin gotûbêjkirin.

Şanda mêvan tekez kir ku Almanya bi girîngiyê ve temaşa ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê dike û daxwaza welatê xwe bo berdewamiya hevkariya wan a hevbeş di warên cûrbecûr de, anî ziman.

Ji aliyê xwe, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û piştgiriya Almanyayê ya bo Herêma Kurdistanê di hemû waran de kir, herwiha tekez li ser girîngiya çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan û parastina aramiya herêmê kir.

Gef û metirsiyên DAIŞê, rewşa Sûriyê û çend mijarên din ên girîng bo her du aliyan, babeteke din a civînê bûn ku birêz Balyozê Almanyayê li Iraqê û Konsolê Giştî yê wan li Herêma Kurdistanê, tê de amade bûn.