Pashnîvroya îro Înê 17/04/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya bernameya xwe ya di Foruma Dîplomasiya Antalyayê de, bi birêz Hamish Falconer, wezîrê dewletê yê Brîtanyayê yê karûbarên Rojhilata Navîn re civiya.
Di civînê de, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Brîtanyayê re, pêşhatên herî dawî yên rewşa siyasî û proseya pêkanîna hikûmetê li Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekezî li ser giringiya tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistanî kirin ji bo parastina destkeftiyan û derbaskirina kêşeyan.
Rewşa aloz a navçeyê, encamên şer û rewşa Sûriyê aliyekî din ê civînê bû. Di vê derbarê de, wezîrê dewletê yê Brîtanyayê spasiya rola erênî ya Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo hewlên wî yên pêkanîna aştî û tenahiyê li Iraq û Sûriyê.
Herdu alî hevnerîn bûn ku tenê bi rêya dîplomasî û aştiyê pirsgirêk tên çareserkirin û navçe ji metirsiya şer û pevçûnan tê parastin.