Em bi tundî wê êrîşê şermezar dikin ku doh roja Şemiyê li ser Balafirgeha Navdewletî ya Şah Xalid li Riyad paytexta Erebistana Siûdiyeyê hate kirin û di encamê de hejmarek qurbanî û birîndar di nav welatiyan de pêkhatin.
Em sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî serkirdayetî, hikûmet û gelê Keyaniya Erebistana Siûdî û malbatên qurbaniyan dikin û hêviya başbûneke bi lez ji bo birîndaran dixwazin.
Em piştgirî û hevsoziya xwe digel Keyaniya Erebistana Siûdî dûpat dikin û tekezê li ser pêwîstiya parastina canê sivîlan, ragirtina aloziyan û parastina ewlehî û aramiya navçeyê dikin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
11.10.2026