Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê kir

2026-07-13T06:43:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Şeva borî Yekşem 12.07.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li ser vexwendina Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê, li Bexdayê beşdarî civîna wê hevpeymaniyê kir.

Di civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û dawîtirîn pêşhat û pêşketinên navçeyê hatin gotûbêjkirin. Herwiha derbarê bernameya serdana çaverêkirî ya birêz Serokwezîrê Iraqê bo Waşîngtonê danûstandina bîr û ramanan kir. Di vê derbarê de, tekez li ser girîngiya serdanê ji bo berjewendiya Iraqê û bihêzkirina peywendiyên navneteweyî de kirin.

Di civînê de, piştgirî ji bo pêşxistina zimanê diyalogê û têgihiştinê û redkirina şer û zêdebûna aloziyan li navçeyê hate kirin. Amadebûna Iraqê jî hate nîşandan ku bibe navçeya gihiştina hev û pêşxistina berjewendiyên gelên navçeyê.