2026-07-12T16:05:00.000000Z
Êvara îro Yekşem 12.07.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi armanca beşdarbûna di civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê de, li ser vexwendina wê hevpeymaniyê ber bi Bexdaya paytext ve bi rê dikeve.
Biryar e di civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û dawîtirîn pêşhat û pêşketinên navçeyê bên gotûbêjkirin. Herwiha bernameya serdana çaverêkirî ya birêz Serokwezîrê Iraqê bo Waşîngtonê û civîna wî ligel birêz Donald Trump, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, wê mijareke sereke ya gotûbêjan be.