
Îşev, în 11/04/2025 li çarçêweya beşdarîkirina Korbenda Dîplomasiya Antalya li Tirkiyê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Ehmed Elşer' Serokkomarê Sûriyê re civiya.
Li civînê de paşeroja peywendiyên Sûriye bi Iraq û Herêma Kurdistanê re li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş guftûgo kirin. Her wiha tekez li ser rûbirûbûna metirsiyên Da'îşê kirin.
Birêz Serokkomarê Sûriye dîtin û nêrîna xwe ya ji bo Sûriye xiste rû ku hemû pêkhatên wê li xwe bigre û welatê hemû welatiyan û pêkhatên wê be û destûr mafên wan biparêze.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, ji bilî pesindana nêrîna birêz Serokkomarê Sûriye, tekez li ser girîngiya aştî û aramiya li welat û çareseriya kêşeyên siyasî kir bi awayek ku mafê hemû pêkhatên wê, bi taybetî gelê Kurd li Sûriye mîsoger bike û bibê sedema parastina aramî û tenahiya li navçeyê da.
Her li vî derbarî de birêz Serokkomarê Sûriye tekez li ser xwesta welatê xwe ya ji bo hebûna peywendiyên bihêz bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir ku xizmetê bi berjewendiyên her du aliyan bike û yarmetîder bê li pêkanîna aramî û parastina ewlehiya li navçeyê da.
Aloziyên navçeyê û bandorên wan li ser Iraq û Sûriyê, mijareke dinê civînê bû.
