Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel Fermandarê Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê civiya

2022-06-28T13:27:43.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ku Fermandarê Giştî yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye jî, roja sêşemê 28.06.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz General John Brennan Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê û şandeya pê re kir.

Di civînê da ku, birêz Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û birêzan; Wezîrê Pêşmerge, Serok Erkanê Pêşmerge û hejmareka fermandar û piledarên Pêşmerge amade bûn, prosesa çaksaziyan di nav Wezareta Pêşmerge û pêngavên dawî yên yekxistina hêza Pêşmerge û arîşeyên li pêşiya vê prosesê hatin behs kirin û pêşniyareka Amerîkiyan jî di vî warê da hate gotubêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Amerîka û Hevpeymanan kir ji bo wê piştevanî û alîkariyên di dema şerê li dijî Daîş ê û niha ji Herêma Kurdistanê ra kirine û dikin. Serok Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Hevpeymanan ra got ku Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikumeta Herêma Kurdistanê piştevaniya prosesa çaksaziyên di nav Wezareta Pêşmerge da û yekxistina hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê dikin.

General Brennan careka din tekîd li ser wê yekê kir ku Amerîka li ser piştevanî û harîkarîkirina hêzên Pêşmerge berdewam dibe heta ku di çarçoveya Wezareta Pêşmerge da û di bin yek fermandariyê da bînin ser hev û bikin hêzeka niştimanî ya profesyonal ku bi hêz û îmkan be û bikaribe erkê xwe bi cîh bike.

Pêşhatên dawiyê yên şerê dijî terorê, pêwîstiya hevkarî û hevahengiya navbera hêzên Pêşmerge û leşkerê Iraqê da, berdewamiya piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê mijarên din yên civînê bûn.