Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê civiya.

2023-06-15T17:21:10.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Îro pênşemê 15.06.2023 li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê ku, li ser vexwendina wî ji bo gotûbêjkirin û pêngavên amadekariyên hilbijartinên parlamentoya Iraqê serdana Hewlêrê kirine civiya.

Di civînê da ku, xatûn Jeanine Plaschardt Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, tîmeke pisporên UNAMI û serok û endamên Encûmena Komîsyona Iraqê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku hindî zû ye ji bo encamdana hilbijartina Parlamantoya Kurdistanê pêngav bêne avêtin. Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî amadehiya Serokatiya Herêma Kurdistanê û hemû aliyên peywendîdar ji bo serxistina proseyê diyar kir.

Ji aliyê xwe ve xanim Jeanine Plaschardt û tîma UNAMI piştevaniya xwe ji bo pêngavên Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan dan û amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo birêvebirin û serkeftina hilbijartinan nîşan dan.

Piştre jî Serokê Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê û Encumena Komisyonan spasiya vexwendin û balkişandina Serokê Herêma Kurdistanê ji bo danûstandin û gotûbêjan kirin û amadebûna xwe ji bo li darxistina hilbijartinan li gor yasayan û dabînkirina pêdiviyan û li hev kirina li demeke guncav de nîşan da. Di vî warî de biryar hate dayîn ku ji bo diyarkirina roja hilbijartinan bi berdewamî di peywendiyê da bin.