2024-04-28T16:57:42.000000Z
Êvariya roja yekşemê 28.04.2024ê li Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Muhsin Mendelewî Serokê Parlementoya Iraqê ya bi wekalet re civiya.
Di civînê da rewşa siyasiya Iraqê, pirsa hilbijartina Serokê Parlementoya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêngavên prosesa hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û yasayên pêwîst li parlementoyê hatin gotûbêj kirin.
Her du aliyan çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û berdewamkirina diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ya ji bo aştî û aramiya welat bi pêwîst zanîn û tekez li ser wê yekê kirin ku aştî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye.
Her du alî li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên siyasî ya ji bo dabînkirina maf û berjewendiyên hemû pêkhatên Iraqê û parastina ewlehî û aramiya siyasî li welat û lidarxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê ya bi beşdariya hemû aliyan de hevdeng bûn.
Pêşhatên dawî yên herêmê bi giştî û encamên wan mijareke dinê civînê bûn.