Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel Serokomarê Iraqê civiya

2024-05-12T06:06:05.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Êvariya roja 11.05.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Dr. Latif Cemal Reşîd, Serokomarê Iraqa Federal civiya.

Di hevdîtinê da ku, birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û hejmareke wezîr û berpirsên Herêma Kurdistanê têda amade bûn, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hate gotûbêj kirin û tekez li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiyê û berdewamiya hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da kirin.

Birêz Serokomarê Iraqê got ku ew dê alîkariya bihêzkirina peywendiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan bike û dê digel Hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina arîşeyên cotkarên Herêma Kurdistanê kar bikin.

Ji aliyê xwe ve, birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser girîngiya hewlên ji bo parastina aştî û aramiyê û derbaskirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da kir û herwiha behsa serdana xwe ya Komara Îslamî ya Îranê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Iranê ra kir.

Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran, navçe û cîhanê mijarek din ya civînê bû.