Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel Serokwezîrê Vatîkanê civiya

2023-04-13T13:36:14.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro pêncşemê piştî nîvro, li Vatîkanê digel kardînal Pietro Parolin Serokwezîrê Vatîkanê civiya.

Di civînê da, rewşa Iraqê bi giştî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî mesîhiyan û navçeyên wan gotûbêj kirin û tekez li ser hewlên mayîna mesîhiyan li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Birêz Serokwezîrê Vatîkanê rola Serok Nêçîrvan Barzanî û hewlên wî yên ji bo komkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkên Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û hemû piştevaniya Vatîkanê ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Herwiha vekirina Zanîngeha Katolîk li Herêma Kurdistanê û hevkarî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zanîngehê û berfirehkirin wê, serdana xwe ya parsal ya serketî ya bo Hewlêrê û rewşa pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê bi dilxweşker wesif kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze mesîhî li welatê xwe bimînin û hemû amadeyî û hêsankarî ji bo wan kesên ku dixwazin vegerin nîşan da. Herwiha daxwaz ji Vatîkanê jî kir ku piştevaniya Yekîtiya Ewropayê bike ji bo cîbicîkirina pirojeyên avadankirinê li navçeyên mesîhiyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Peywendiyên Hewlêr - Bexda, guftûgoya çareserkirina kêşeyên di navbera wan û rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê civînê bû.