2023-06-27T09:22:37.000000Z
Îro danê êvarê 26.06.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Berlînê digel Olaf Scholz Şêwirmendê Almanyayê civiya.
Di civînê da her du alî li ser peywendiyên Almanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, astengî û pirsgirêkên li pêşiya Iraqê û gef û metirsiyên ku hene gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkarî û piştgîriya Almanyayê di warên leşkerî, aborî, mirovî û geşepêdanê da ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir, herwesa ji bo naskirina tawanên Daîş û komkojiya Êzdiyan weke jênosîd, spasiya Parlementoya Almanyayê kir.
Herwiha, birêz Nêçîrvan Barzanî, kêfxweşiya xwe ya li hember asta têkiliyên Almanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û têgihiştin û rêkeftinên di navbera her du aliyan da nîşan da û hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê jî sûdê jê werbigre. Di vê derbarê da hemû asankarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo veberhênan û sermayerazandina kompanya û kerta taybet a Almanî diyar kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku çavê Iraq û Herêma Kurdistanê, di hemû waran da, li rol û piştevaniya zêdetir ya Almanyayê ye, bi taybetî alîkariyên ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya Iraqê di warê pir rengkirina aborî û parastina aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên guherîna av û hewayê.
Ji aliyê xwe ve, birêz Olaf Scholz, Şêwirmendê Almanyayê, spasiya serdana Serok Nêçîrvan Barzanî kir û ev yek weke derfeteke girîng ji bo danûstandina nêrînan li ser mijarên hevbeş, herwesa spasiya rola Herêma Kurdistanê di berengarbûn û têkşikandina Daîş û alîkarîkirin û hewandina lêqewimiyan û dupat kir ku welatê wî bi girîngî li peywendiyên xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê û aştî û aramiya wan dinêre.
Herwiha, birêz Olaf Scholz, tekez li ser berdewamiya piştevaniya Almanya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe ji bo hevkarîkirina hevbeş di warên cuda da bi taybetî di warê aborî û enerjiyê da û di wan warên ku ji bo her du aliyan girîngin nîşan da.
Pirsa koçber û penaberan, rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku di berjewendiya hevbeş da ne mijareke dinê vê hevdîtinê bûn ku Balyozê Iraqê li Berlînê û nûnerê Hikûmera Herêma Kurdistanê tê de amade bû.