Êvariya îro pêncşemê 01.10.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Bexdayê beşdarî di rêwresma bi dawî hatina erka Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê de kir ku bi amadebûna birêz Elî Falih El Zeydî, Serokwezîrê Iraqa Federal û hejmareke berçav ji berpirsên bilind û nûnerên navdewletî ve hate birêvebirin.
Di rêwresmê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir, ev e jî naveroka wê ye:
Birêz Cenabê Elî Falih El Zeydî
Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar,
Rêzdar Serokê Civata Nûneran ya Iraqê,
Amadebûyan û mêvanên birêz,
Êvara we baş..
Kêfxweş im ku îro di vê boneya niştimanî de li Bexdayê ligel we me, di kêliyeke derbasbûn û veguherînê de ji bo welatê me ku hevdem e ligel bi dawî hatina erka Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê.
Ev e çendîn dehsale, Iraq di qonaxên pir dijwar û zehmet re derbas bû. Dema ku terorîstên DAIŞê êrîş anîn ser welatê me jî, hemû Iraqiyan bi hev re di yek xendeqê de li dijî terorê sekinîn.
Artêşa Iraqê, Pêşmerge, Heşda Şebî ligel hemû hêzên çekdar û ewlehiyê, bi xwîn û qurbaniyên hevbeş parastina vî niştimanî kirin. Li vir da, gelek bi rêz ve li qurbanîdana hemûyan dinêrin. Silav û rêz ji bo giyanê pak ê hemû şehîdan dişînin û bi rûmetê ve wan bi bîr tînin.
Di vê qonaxa dijwar de, li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê, Amerîka ligel Hevpeymaniya Navdewletî û dostên me, li kêleka me sekinîn û alîkariya me kirin. Em, hemû Iraqî ew e li bîra meye û bi rêz û rûmeta me ji bo piştgiriya wan heye.
Îro jî ku li gor rêkeftina wan ligel Hikûmeta Federal; axa Iraqê bi cî dihêlin, em tu carî wê alîkarî û piştgiriyê ji bîr nakin û her dem bi rêz ve lê dinêrin, lê qedir zanîna rastîn divê ber bi hilgirtina berpirsyariya niştimanî li Iraqê ve geş bike.
Pîvana serkeftina piştgiriya navdewletî ew nîne ku heta hetayê hêza biyanî li vir bimîne, belku ew e ku em Iraqî; îro bi tevahî; bikaribin berpirsiyariya parastina ewlehî û aramiya welatê xwe bigirin ser milên xwe.
Bi bi dawî hatina erka Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, îro em diçin qonaxeke nû ve, qonaxa bawerî bi xwe û piştbestina bi şiyanên niştimanî. Çavê me li wê ye ku peywendiya me ligel Amerîka û welatên hevpeyman, ji pêdiviyên şerê dijî terorê ve, were veguheztin bo hevbeşiyeke demdirêj û hevseng di warên ewlehî, aborî, veberhênan, enerjî, perwerde, teknolojî û dîplomasiyê de.
Hevbeşiyek li ser bingeha berjewendiya hevbeş û rêzgirtina li serweriya dewletê, bi awayekî ku di xizmeta hemû Iraqê û hemû pêkhateyên wê û aramî û ewlehiya herêmê de be.
Amadebûyên birêz,
Dema ku îro em behsa serweriyê dikin, divê bi zelalî pênase bikin:
Serwerî, tenê vekişîna hêza leşkerî ya biyanî nîne, belku berpirsiyariyeke niştimanî ye.
Serwerî tê wateya ku dewlet xwediyê biryara dawî be. Ango destûr û federalî were bicihanîn û saziyên destûrî lêvegerê hemûyan bin.
Wate biryara şer û aştiyê tenê di destê desthilata rewa ya dewletê de be.
Hêza Iraqê ne di çekê li derveyî desthilata dewletê û ne di alozî û nearamiyê de ye. Hêza Iraqê di wê de ye ku bi diyalog û lihevhatinê pirsgirêkan çareser bike. Di wê de ye ku mantiqa dewlet û destûrê serdest be û hevsengî û mafê hemû pêkhateyan biparêze.
Ji ber vê êdî dema wê hatiye ku hemû kêşeyên hilawistî yên nav mala Iraqê, ji peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bigire heta pirsa çek û mafê hemû pêkhateyan, li ser bingeha destûrê û bi îradeyeke niştimanî ya Iraqiyane çareser bikin, ne ku rê bidin bibîn krîzên berdewam ji bo nifşên paşerojê.
Em dixwazin Iraqeke destûrî ya federal, ewle û xwedî serweriya tevahî be. Welatek ku bê cudahî parêzerê jiyan û ewlehiya hemû pêkhat û welatiyên xwe be. Li ser bingeha berjewendiya hevbeş, peywendiyeke hevseng ligel cîran û dostên xwe hebe û nebe qada gengeşê, belku bibe navenda aştî, diyalog û aramiyê ji bo hemû herêmê.
Ew Iraq berpirsiyariya hevbeş a me hemûyan e. Em jî li Herêma Kurdistanê, wek her dem hevkar û piştevan dibin ji bo her pengavekê ku serwerî, ewlehî û seqamgîriya Iraqê xurt bike. Ligel Hikûmeta Federal û hemû hêz û pêkhateyên Iraqê, bi diyalog û li ser bingeha destûrê kar dikin; di heman demê de tekez li ser xurtkirina hevahengî û hevkariya di navbera Pêşmerge, Artêş û hemû hêzên çekdar û ewlehiyê de dikin.
Bila em vê veguherînê bikin destpêka baweriyeke xurttir di navbera xwe de; destpêka qonaxekê ku tê de Iraq bi yekrêzî, serweriya yasa û hevbeşiya destûrî ya hemû pêkhateyên xwe ve, bilind û parastî be.
Gelek spas dikim, hêviya êvareke xweş ji we re dixwazim.