2022-11-16T20:58:19.000000Z
Îro sêşemê piştî nîvro 15.11.2022 li Balafirxaneya Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Letîf Reşîd Serok Komarê Iraqa Federal kir ku ev yekem serdana wî ya paytexta Herêma Kurdistanê ye piştî ku wekî Serok Komarê Iraqa Federal dest bi karê xwe kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê da bixêrhatina mêvanê xwe kir û careka din bi helkefta destbikarbûnê pîrozbahiyê lê kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest û got: Em çaverê dikin li gor derfeta ku ji posta we heye, di çareserkirina pirsgirêkan de rola xwe bilîzin." Her wiha amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyên ligel Bexdayê û karkirina hevbeş ligel hikûmeta federalî ji bo aramî û seqamgîriya welat dupat kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Komarê Iraqê jî xweşhaliya xwe ji bo pêşwazîkirin û piştevaniya Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan da û hêvî xwest ku bi alîkariya hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê, bikarin bi hev ra ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr-Bexdayê û pirsgirêkên din bi giştî kar bikin û aramî û seqamgîriya Iraqê biparêzin.
Di civînê da ku, birêz Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê amade bû, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku têgihiştina hevbeşa di navbera Hewlêr û Bexdayê kilîta aramî û seqamgîriya welat e. Herwesa rewşa herêmî bi giştî û çend mijarên din di civînê da ketin ber gotûbêjê.