Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Îtalyayê li Iraqê re civiya

2026-07-09T12:15:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Nîvroya îro pêncşemê 09/07/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Niccolò Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê û şandeke pê re kir.

Di civînê de, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê spasî û rûmetên xwe ji bo cenabê Serokkomar, hikûmet û gelê Îtalyayê ji ber pêşkêşkirina madalyaya rêzlênanê dubare kir û ev pêngav wek nîşaneya dostaniyeke rast û geşepêdana zêdetir a peywendiyên her du aliyan nirxand.

Di civînê de, her du aliyan tekez li ser geşepêdana zêdetir a peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Îtalyayê kirin, herwiha derbarê çawaniya berfirehkirina hevkariya hevbeş di warên cuda de, danustandina bîr û ramanan kirin.

navxwe ya Herêma Kurdistanê, serdana hefteya borî ya Serok Nêçîrvan Barzanî bo Îranê û hevdîtin û civînên wî li Tehranê, tevî geşedanên rewşa herêmê û çend mijarên din ên cihê balkêşiya her du aliyan, mijarekî din ê civînê bûn ku birêz Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû.