2021-04-20T08:51:51.000000Z
Li nameyeke fermî ya ji bo birêz António Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) û her yek ji welatên endamên Encumena Asayîşa Navdewletî de, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, çend daxwaziyek pêşkêşî civaka navdewletî kir.
Li nameyê da rêzdar daxwaz dike desthilatên zêdetir bidin Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û rola wê ya zêdetir li navberkariya di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo çareserkirina kêşeyan bi taybetî bi cîhkirina maddeya (140) ya destûr û kêşeya neft û dabeşkirina dahatê de hebê.
Rêzdar piştgîriyê li daxwaziya Hikûmeta Federaliya Iraqê ya li Encumena Asayîşa Navdewletî ya ji bo zêdetirkirina rola Neteweyên Yekgirtî li çavdêrîkirina hilbijartinên li Iraqê dike, bi piştrastbûna wê yekê ku hilbijartinên meha cotmeha îsal bi başî û dûrî binpêkirinan birêve biçê.
Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha daxwaz dike li naveroka proje biryara nû ya Encumena Asayîşa Navdewletî da di derbarê Iraqê, piştgîriya fermî ya Encumena Asayîşa Navdewletî ji bo bi cîhkirina rêkeftina vê dawiyê ya di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di derbarê budce û danustandina li ser tevahiya pirsên helawestî têda hebê.
Li xaleke dinê nameyê da daxwaza hevkariya mirovî û piştgîriya zêdetir ya ji bo koçberên Herêma Kurdistanê û baştirkirina jiyana wan ya li nav wargehan de dike.