2023-07-20T06:53:05.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 19.07.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz General Matthew Markfarlane Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şandeke pê ra kir.
Di civînê de proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge, yekxistin û rêkxistina Pêşmerge, pirsgirêk û astengiyên li pêşiya wê hatin gotûbêjkirin û derbarê çawaniya çareserkirina wan da hizir û bîr li hev guhertin
Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku prosesa yekxistin û yekgirtina Pêşmerge û çaksaziya Wezareta Pêşmerge li gor bernameya ku ji bo wê hatiye danîn, bi awayekî baş nehatiye cîbicîkirin û di vê derbarê de çend têbînî berçav kirin û gotûbêj li ser kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku tevî hemû pirsgirêk û astengiyan hemû hewlên xwe yên ji bo serxistina proseya çaksazî û yekxistina Pêşmerge berdewam dikin û spasiya rol û teşwîqa Amerîkayê ya ji bo serkeftina proseyê kir.
Di civînê da ku, birêz Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê tê da amade bû, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên xwedî girîngiya her du aliyan bûn hatin gotûbêjkirin.