Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanyayê kir
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro 20.08.2024ê li bajarê Hewlêrê, di dîdarekê da digel birêz Andrew Bizley Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê tevî bixêrhatinê û pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê jê ra xwest û hemû piştevaniya xwe ji bo serxistina karên wî nîşan da.
Birêz Andrew Bizley, Ji aliyê xwe ve, kêfxweşiya xwe bi destnîşankirina xwe ya weke Konsulê Giştî yê welatê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û piştgirî û xwesteka Brîtanya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevbeş bi Herêma Kurdistanê re ya di hemû waran da dûpat kir.
Di mijareke dinê hevdîtinê de her du alî lidarxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê girîng dîtin û hêvî kirin ku proseya dengdanê serkeftî be. Her wiha li ser peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û pêşhatên dawî yên li herêmê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanyayê kir
2024-08-19T21:00:00.000000Z