Sibehiya îro Yekşem 09/08/2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Serdar Yuksel, Endamê Parlamentoya Almanyayê kir.
Di hevdîtinê de, tevî bi xêranînê, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniyên berdewam ên hikûmet û Parlamentoya Almanyayê bo Herêma Kurdistanê kir di demên dijwar de, bi taybetî di şerê li dijî terorê de, herwiha spasiyeke taybet a birêz Yuksel kir bo wê rola ku di hemû waran de bo piştgiriya Herêma Kurdistanê lîstiye û vê rola wî bilind û girîng nirxand.
Ji aliyê xwe ve birêz Yuksel kêfxweşiya xwe bi hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî û wê pêşwaziya germ a ku lê hatiye kirin derbirî, herwiha rolê bi bandor ê Serokê Herêma Kurdistanê li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê, bi mebesta parastina pêgeha Herêma Kurdistanê û aştî û aştevanî û parastina aramiya navçeyê, bilind nirxand.
Gotûbêjkirina dawî pêşhatên navçeyê û zêdetir xurtkirina peywendiyên Almanyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, aliyekî din ê hevdîtinê bû.