Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Balyozê nû yê Swîsreyê kir

2026-09-28T08:54:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Sibêhiya îro Duşemê 28/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel birêz Peter Nelson, Balyozê nû yê Swîsreyê li Iraqê, pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest, her wiha xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyan dubare kir û spasiya piştgiriya Swîsreyê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê nû yê Swîsreyê kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna xwe li Iraqê anî ziman û tekez li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariya hevbeş a di navbera wan de kir.

Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhatên navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.