Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê kir

2026-10-06T10:14:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Nîvroya îro Sêşemê 06/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Stefan Wendt, Berpirsê nû yê Nivîsîngeha Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Wendt kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest, herwiha hemû piştgiriya xwe bo serxistina erkê wî dubare kir. Herwiha spas û rûmeta xwe bo hevkarî û hevahengiya berdewam a Yekîtiya Ewropayê ligel Herêma Kurdistanê di warên cuda de diyar kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Wendt kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku Yekîtiya Ewropa bi girîngî ve li peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê û aramî û ewlehiya wê dinêre, herwiha amadebûna Yekîtiyê bo pêşxistina bêtir a peywendiyan û berfirehkirina asta hevkariya hevbeş diyar kir.