Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê kir

2026-10-06T09:16:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Berî nîvroya îro Sêşemê 06/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Christian Olfke, Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Olfke kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest, herwiha amadebûna xwe û sazî û dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û serxistina erkê wî diyar kir.

Herwiha spas û rûmeta Herêma Kurdistanê bo hevkarî û piştgiriya berdewam a Almanyayê dubare kir, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê û rûbirûbûna terorê de, ligel alîkariyên siyasî û mirovî yên ji bo Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, birêz Konsulê Giştî yê Almanyayê digel spasiya birêz Serokê Herêma Kurdistanê, tekez li ser xwesteka welatê xwe bo bihêztirkirina têkiliyan û pêşxistina hevkariya hevbeş ligel Herêma Kurdistanê kir. Herwiha rola birêz Serokê Herêma Kurdistanê li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî bilind nirxand.

Dawîn pêşhatên rewşa navçeyê bi giştî, mijareke din a hevdîtinê bû.