Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Mezlûm Ebdî kir

2026-10-12T19:48:00.000000Z
Nûçe

Êvara îro Duşemê 12/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Mezlûm Ebdî kir.

Di hevdîtinekê de, rewşa giştî ya Sûriyê û rewşa Kurdan li wî welatî û dawîn pêşhatên navçeyê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê kirin.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo Sûriyeke aram û bi ewle dubare kir ku mafê Kurd û hemû pêkhateyan tê de parastî be. Herwiha bal kişand li ser girîngiya pêşxistina peywendî û hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Sûriyê de kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Mezlûm Ebdî spasiya xwe û pêzanîna xwe ji bo helwêst û piştevaniya berdewam a birêz Serokê Herêma Kurdistanê bo mafên Kurdan û hewldanên wî yên di riya aştî û ewlehiyê de, anî ziman.