Êvara îro Yekşem 08/11/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li şandeke Komara Îslamî ya Îranê kir.
Di hevdîtinekê de, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Komara Îslamî ya Îranê, çawaniya pêşxistina hevkariya hevbeş di warên cûda de bi awayekî ku di xizmeta berjewendiyên hevbeş de be, hatin gotûbêjkirin.
Hevkariya ewlehiyê û parastina aramiya li herêmê, mijareke din a hevdîtinê bû. Di wê hevdîtinê de tekez li ser girîngiya berdewamiya hevkarî û hevahengiya hevbeş a di navbera welatên herêmê de ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiyê hate kirin, di heman demê de hêvî birina li ser diyalog û rêyên aştiyane û dîplomatîk ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan kirin.
Her di hevdîtinê de, behsa lihevkirin û rêkeftinên ewlehiyê yên di navbera Iraqê, bi Herêma Kurdistanê ve jî, ligel Komara Îslamî ya Îranê kirin, her wiha derbarê çend pirsên din ên girîng hevbeş de, danustandina bîr û ramanan kirin.