Nîvroya îro Çarşemê 26/08/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Dr. Mihemed Elî Al Lamî, Serokê Desteya Destpakiyê ya Federal û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de ku birêz Dr. Ehmed Enwer, Serokê Desteya Destpakiyê li Herêma Kurdistanê amade bû, bihêzkirina hevkarî û hevahengiya di navbera Desteya Destpakiyê ya Federal û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê de hate gotûbêjkirin û herdu aliyan tekez li ser girîngiya serbixwebûna saziyên destpakiyê û rola wan di çespandina serweriya yasayê de kirin.
Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkarî û hevahengiyekê ligel Desteya Destpakiyê ya Federal û hemû aliyên dadweriyê bi navê parastina yasa û serbixwebûna saziyan û desthilata dadweriyê de amade ye.
Ji aliyê xwe ve, birêz Serokê Desteya Destpakiyê ya Federal, ji bo hevkariya wan a berdewam û bi berhemdar ligel deste û aliyên peywendîdar ên federal, spas û rûmeta xwe pêşkêşî aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir.