Nîvroya îro Sêşemê 13.10.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Qasim El Ebûdî, Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, rewşa Iraqê piştî qonaxa vekişîna hêzên Hevpeymanan û gef û metirsiyên terorê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser girîngiya berdewamkirin û bihêzkirina hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê, ji bo parastina aramiyê û mîsogerkirina ewlehiya li seranserê welat da kirin.
Pêşhatên dawî yên navçeyê û bandorên wan li ser Iraqê, siyaseta ewlehiyê ya Iraqê ji bo vê qonaxê û pêwîstiya hevkarî û xebata hevbeş a saziyên ewlehiyê di çarçoveya rûbirûbûna astengiyan û parastina ewlehiyê de, her wiha rola wê di parastina ewlehiya navçeyê de, mijareke din a civînê bû.