Îro Înê 16/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di sê peywendiyên telefonî yên cuda de ligel birêzan Muhsîn Mendelawî, Leys El-Xezelî û Mihemed El-Cibûrî, pîrozbahiya bawerî wergirtina ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve û destbikarbûna wan wek cîgirên Serokwezîrê Iraqê li wan kir.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê ji wan re di cîbicîkirina erkên wan de xwest, di heman demê de pîrozbahiyê li Encûmena Wezîran û endamên hikûmetê kir bi boneya hilbijartina wezîran û temamkirina pêkhateya kabîneya wezarî ya Serokwezîr birêz Elî El-Zeydî, ji bo xizmeta welat û welatiyan.