Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Yaneya Senharîb dike

2026-11-29T07:13:00.000000Z
Nûçe Peyamên pîrozkirinê

Bi germî pîrozbahiyê li desteya rêveberiyê, stafê rahêneran û hemû lîstikvanên Yaneya Senharîb li Dihokê dikim, ji bo bidestxistina nasnavê Şampiyoniya Rojavayê Asyayê ya Voleybolê û tomarkirina vê destkefta werzişî ya mezin.

Ev serkeftin cihê şanazî û rûmetê ye ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê û hêz û îradeya keçên Kurdistanê ji bo serkeftin û derketina di qadên werzişî yên cîhanê de diselmîne.

Digel destxweşî û rûmeta me ji bo hewl û keda wan hemû kesên ku di vê serkeftinê de beşdar bûn, hêviya berdewamî û destkeftên werzişî yên zêdetir ji bo yaneyê û lîstikvanan dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29/11/2026