Di daxuyaniyekê de ji bo malpera fermî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, birêz Dilşad Şehab, Peyvdarê Serokayetiyê ragihand ku êvara îro çarşem 05.08.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi mebesta beşdarbûna di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de, serdana Bexdayê dike.
Peyvdarê Serokayetiyê ronî kir ku, di civînê de ku her çar Serokayetiyên Iraqa Federal, Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên pêkhênerên Hikûmeta Federal tê de beşdar dibin, çendîn mijarên girêdayî rewşa niha ya Iraqê, dawîn pêşhatên navçeyê bi giştî û çawaniya hevahengî û hevkariya di navbera hemû aliyan de ji bo parastina berjewendiyên Iraqê û derbaskirina vê qonaxa hestiyar û derbaskirina astengiyan û xizmetkirina welatiyan, dê bêne gotûbêjkirin.
Her di daxuyaniya xwe de Berdevkê Serokayetiyê ev yek jî eşkere kir, ku di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Serok Nêçîrvan Barzanî dê hevdîtin û civînên din jî encam bide û mijara peywendiyên Hewlêr - Bexda û xebata hevbeş bi arasteya hevahengî û hevkariya zêdetir di navbera wan de, gotûbêj bike.