Ji bo koça dawiyê ya têkoşer û welatparêzê diyar ê Kurdistanê, sekreterê berê yê Partiya Komunista Kurdistanê û wezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Xwedê jêrazî Dr. Kemal Şakir, sersaxiya xwe ya kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên wan yên birêz, serkirdayetî û endamên Partiya Komunista Kurdistanê û hemû heval û hevsengerên wî dikim, hevxemê wan im.
Xwedê jêrazî Dr. Kemal Şakir temenekî dirêj bi navê azadî û xebata niştimanî û demokrasiyê de bi ser bir. Wek Pêşmerge, serkirde û wezîr di yekem kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, rolekî diyar û dilsozane lîst û bi helwesta xwe û kesayetiya xwe ya li serxwe; herdem cihê rêz û hûrmeta hemûyan bû.
Ji Xwedayê mezin dixwazim giyanê wî bi dilovaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bide hemûyan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17.09.2026