Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li malbata Mehmûd Seyf Qazî kir

2026-08-15T18:15:00.000000Z
Nûçe Peyamên sersaxiyê

Ji bo koça dawî ya Xwedê jê razî Mehmûd Seyf Qazî, kesayetiyê niştimanperwer û kurê şehîd General Mihemed Husên Xanî Seyf Qazî, Wezîrê Cengê yê Hikûmeta Komara Kurdistanê, sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbata wan a birêz û hemû kesûkarên wan dikim.

Malbata têkoşer a Seyf Qazî bi dîroka xwe ya tijî serwerî, qurbanîdan û têkoşîna bi navê azadiya Kurd û Kurdistanê de, her tim cihê rêz û rûmeteke mezin a gelê Kurdistanê ye.

Ji Xwedayê mezin dixwazim giyanê Xwedê jê razî bi dilovaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bide hemûyan.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15/08/2026