Îro êvarê, Duşem 16/11/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peywendiyeke telefoniyê de ligel birêz Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Karûbarên Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo koça dawî ya birayê wan, Pêşmergeyê kevnar Ehmed Îsmaîl, sersaxî û xemgîniya xwe ya kûr gihandiyê.
Di peywendiyê de, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê hevsozî û hevxemiya xwe ligel birêz Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û malbat û kesûkarên wan ên birêz derbirî û hêvî xwest ku Xwedayê mezin giyanê xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bide wan hemûyan.
Ji aliyê xwe ve, birêz Wezîrê Karûbarên Pêşmerge rûmet û spasiya xwe û ya malbata xwe ji bo peywendî, hevparî û hevxemiya rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir.