Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Almanyayê kir

2026-08-26T08:40:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Sibehiya îro Çarşem 26/08/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Qasim Tahir Salih, endamê Parlementoya Federal a Almanyayê yê ser lîsteya Partiya Kesk kir.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî piştevaniya parlementoya Almanyayê bo Herêma Kurdistanê di demên dijwar de, bi taybet di şerê li dijî terorê de, herwiha hewandin û hevkarîkirina koçberên Êzdî li wî welatî bilind nirxand.

Pêşhatên dawî yên rewşa navçeyê û xurtkirina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê di hemû waran de, mijareke din a hevdîtinê bû.