Şeva rabûrî Çarşemê 08/07/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi helkefta bidawîhatina erkê wî, pêşwaziyê li birêz Patrick Durel, Balyozê Fransayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê spasiya birêz Balyozê Fransayê kir ji bo hewl û karên wî yên bi navê pêşxistina têkiliyên Fransayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê de, her wiha hêviya serkeftinê di erkê wî yê paşerojê de xwest.
Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê Fransayê spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku her dem hevkar û alîkar bûn ji bo serkeftina erkê wî, her wiha tekez li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşxistina zêdetir a têkiliyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş di hemû waran de kir.
Di hevdîtinê de, birêz Yann Braem, Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê amade bû.