Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Balyozê Rûsyayê dike

2026-09-09T10:56:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Berî nîvroya îro Çarşem 09.09.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bi dawîhatina erka wî wek Balyozê Rûsyayê li Iraqê, pêşwaziyê li birêz Elbrus Kutrashev kir.

Di hevdîtinê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasiya hewldanên birêz Kutrashev kir bo pêşxistina têkiliyên Rûsyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha hêviya serkeftinê di erk û karê wî yê nû de jê re xwest.

Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê Rûsyayê spas û rûmeta xwe bo hevkarî û piştgiriya Serokayetî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê di dema erka xwe de anî ziman û tekez li ser xwesteka Rûsyayê kir bo pêşvebirina têkiliyên wê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê.

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û dawîtirîn pêşhatên navçeyê bi giştî, mijareke din a hevdîtinê bû ku birêz Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê û şandeke pê re di civînê de amade bûn.