Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

2026-10-01T16:29:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hewldanên birêz Rubîn kir bo pêşxistina peywendiyên welatê wî ligel Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Ji aliyê xwe ve, Konsolosê Giştî yê Rûsyayê, rûmeta xwe ji bo dostanî û wê hevkariya ku di dema karê wî de ji aliyê saziyên Herêmê ve pêşkêşî wî hatiye kirin, diyar kir.

Dawîn pêşhatên rewşa navçeyê bi giştî, mijareke din a hevdîtinê bû.