Berî nîvroya îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîhatina erkê wî wek Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê û bi mebesta malavayiyê, pêşwaziyê li birêz Liu Jun kir.
Di hevdîtinê de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasiya hewl û koşa birêz Liu Jun kir ji bo pêşxistina peywendiyên Çînê li gel Herêma Kurdistanê di warên cuda de, herwiha hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest.
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Çînê spas û pêzanîna xwe bo Serokayetî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê anî ziman bo wan hevkarî û piştevaniya ku di dema karê xwe de pêşkêşî wî kirine, herwiha tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo berdewamiya pêşxistina peywendiyên dualî de kir.
Gotûbêjkirina derfetên berfirehkirina hevkariya hevbeş, mijareke din a hevdîtinê bû, tê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bo vekirina beşa Kurdî li Zanîngeha Beijingê spasiya Çînê kir.