Nîvroya îro Duşemê 28/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bi dawî hatina erka wî wek Konsulê Giştî yê Filistînê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Balyoz Dr. Mahir El-Kerekî kir.
Di hevdîtinê de, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê spasiya hewl û xebata birêz Dr. Mahir El-Kerekî ya ji bo pêşxistina peywendiyan di dema karê wî de li Herêma Kurdistanê kir, her wiha hêviya serkeftinê di erk û karê wî yê nû de xwest.
Ji aliyê xwe ve, birêz Konsulê Giştî yê Filistînê spas û rûmeta xwe ji bo Serokayetî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê anî ziman ji bo wê alîkarî û piştgiriya ku di dema karê wî de pêşkêşî wî kirine, her wiha rûmeta xwe ji bo dostanî û peywendiya dîrokî ya di navbera her du aliyan de dubare kir.
Rewşa navçeyê û dawîn pêşhatan, mijareke din a hevdîtinê bû.