Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê Hudapar ê proseya aştiyê guftûgo kirin

2025-02-26T13:56:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Nîvro ya îro çarşema 26.02.2025 li çarçêweya karên sêyemîn Korbenda Hewlêrê da ku Navenda Lêkolîniya Rûdaw ê birêve dibe, rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinekê de bi birêz Zekeriya Yapicioglu Serokê Giştî yê Hudapar ê û Endamê Parlemena Tirkiye û şandeke pêre, di derbarê hewlên proseya aştiyê li Tirkiyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du alî tekez li ser girîngiya proseya aştî û hewlên ji bo serxistina proseyê kirin û hevra bûn ku çek û şer hîç kêşeyek çareser nakin‌. Her li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê ji bo her hevkariyeke pêwîst ya bi navê serxistina proseya aştiyê da amadeye û rola Herêma Kurdistanê jî yarmetîderane dibe.

Çalakiyên Hudapar û Parlementerên wan yên li Parlemenê û jiyana siyasiya Tirkiyê da, mijarên dinê vê civînê bûn.