Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Mîrnişînê peywendiyeke têlefoniyê encam dan

2026-03-10T18:27:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro êvarê Sêşemê 10.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan, Serokê Dewleta Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî, peywendiyeke têlefoniyê encam dan.

Di vê peywendiyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî bi tundî wê êrîşa dronî ya şeva borî ya li Hewlêrê ji aliyê komên derveyê qanûnî yên Iraqê ve hate kirin, şermezar kir, ku Konsulxaneya Giştî ya Mîrnişînê li Herêma Kurdistanê kiribû armanc û ziyan berket.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku divê Hikûmeta Federal a Iraqê berpirsiyariya xwe ya parastina nûnertiyên dîplomatîk bi cih bîne û pengavên cidî biavêje ji bo rêgirtina li van koman û girtin û cezakirina wan kesên ku van êrîşên têkderane kirine, yên ku gefeke rastîn in li ser serwerî û aramiya Iraqê bi giştî.

Ji aliyê xwe ve, birêz Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan spasiya peywendiyê û helwesta Serok Nêçîrvan Barzanî kir û tekez li ser berdewamiya piştgiriya Dewleta Mîrnişînê ji bo aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.