Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Tevgera Hîkme rewşa Iraqê gotûbêj dikin

2026-09-07T08:34:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Sibehiya îro Duşemê 07.09.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Seyîd Emmar El Hekîm, Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin û her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya xebata ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina kêşeyên hilawêstî bi riya diyalog û lihev têgihiştinê kirin. Herwiha piştgiriya xwe ji bo hikûmeta federal bi navê serxistina erk û karnameya wê de dupat kirin.

Rewşa navçeyê û dawîn pêşhat û encamên wê, mijareke din a hevdîtinê bûn ku li vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.