2023-04-13T20:22:23.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di dawî hevdîtinên xwe da li Îtalyayê, êvariya roja pênçşemê 13.04.2023ê li Roma, digel Guido Crostto Wezîrê Berevaniya Îtalya civiya û spasiya alîkarî û piştevaniya serbazî ya Îtalya bo Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê da kir û xwesteka Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina hevkariyên hevbeş digel Îtalyayê di warên ewlehiyê û leşkerî da nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniya Îtalyayê rola Herêma Kurdistanê di baştirkirina aramiya ewlehiya Iraq û navçeyê û şerê li dijî terorîstan da bilind nirxand û ji bo hevkarî û hemahengiya digel hêzên Îtalya yên li Herêma Kurdistanê spasiya Herêma Kurdistanê jî kir.
Her du alî xwesteka xwe ya ji bo berdewambûna hevkariyên ewlekarî û şerê dijî terorîstan diyar kir û hevdeng bûn ku rewşa aborî û aramiya emnî bi hev re girêdayî ne, lewma bihêzkirina aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê girînge. Herwesa, li ser pêşhatên dawî yên herêmî nêrînên xwe jî anîn ziman.